Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Saeta Schwarzenegger di Mezadê de bi $290,000 Hate Firotin


Gadget Show BMW
Gadget Show BMW

Saeta stêrkê Hollywoodê Arnold Schwarzenegger ya markaya Arni, ku kêşeyek bi bi karbidestên gumrikê yên Alman re çêkiribû, bi 270,000 euro (290,000 dolar) hate firotin.

Ev nûçe ji alîyê sazîya xêrxwazîya lîstikvan Arnold ve di roja Înîyê de hate ragihandin.

Schwarzenegger, ku bûye çalakê parastina jîngehê di roja Çarşemê de li balafirgeha Munichê hate binçavkirin jiber ku nekarîbû saeta xwe ya Audemars Piguet ku jibo wî hatibû çêkirin dîyar bike û ya ku di mezadê de dihat firotin jibo sazîya wî ya xêrxwazîya jîngehê.

Schwarzenegger di şîva çalakîya xêrxwazîya xwe ya Pêncşemê de got ku saet di mezadê de hat firotin, û serbora xwe bi gumruka Almanî re ê yaseyên wê re wekî "serborîyeke kovî" bi nav kir û li gor vîdyoyek ku ji şeva çalakîyê ve li ser malpera TMZ hate weşandin, Schwarzenegger henekên kirêt li ser karbidesteek jin dikirin.

Lîstikvanê 76-salî, ku berê walîyê California bû got ku ew bi asayî 500 dolar jibo tiştekî wisa dide.

Li gor medyaya Alman Schwarzenegger sê saetan hat girtin, berî ku destûr bê dayîn ku saetê xwe bigire û bi xwe re bibe ser şîva çalakîyê.

Çalakîya komkirina diravan jibo pêşxerîya keşûhewayê ya Schwarzenegger li welatê wî Avusturya li havîngeha Alpine ya Kitzbuehel hate lidarxistin, û hate gotin ku nûnerê jîngehê yê Amerîka John Kerry jî di nav mêvanan de bû.

Sazîya xêrxwazîya Schwarzenegger di roja Înîyê de got ku ew saeta herî navdar a cîhanê ye ku di mezadê de bi 270,000 euro hat firotin,"

Berdevkê Gumrukê yê Alman Thomas Meister got, divîyabû ku bace li ser vê saetê bihata dayîn jiber ku Schwarzenegger dixwest wê li Yekîtîya Ewrupî bifroşe.

Li gor rojnameya Almanî Bild ku Schwarzenegger neçar bû çend hezar euro baca cezayî bide.

Sazîya xêrxwazîya Schwarzenegger got ku di mezadê de 1,31 mîlyon euro hat berhev kirin ku karên hunerî û rûniştina perwerdeya kesane ya bi Schwarzenegger bi xwe hebû û nirxekî pir mezin da vê mezadê.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG