Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îro Salvegera 109'an ya Jenosîda Ermenîyan E


Îro Çarşemê salvegera 109'an ya Jenosîda Ermenîyan e ku di ji alîyê Ermenîyan wek "Meds Yeghern" anku 'Felaketa Mezin' tê zanîn.

"Di 24'ê Nîsana 1915'an de bi desteserkirina rewşenbîr, rihsipî û rêberên civata Ermenî yên li Konstantînopolê (Stenbol) ji hêla karbidestên Împaratorîya Osmanî ve, di kempanyeyeke tunekirinê de, yek mîlyon û nîv Ermenî hatin dersînor kirin, qir kirin, yan jî di dema sirgunîyê de, di rê de mirin," rêvebirîya Amerîka di 21ê Nîsana 2021'an de gotibû.

Dewleta Tirkîyê, ku xwe xwe berdewamîya Împaratorîya Osmanî dibîne, çêbûna jenosîdê bi tundî red dike.

"Tiştê ku hatiye kirin, ne dijî gelekî, lê pîvaneke rasterast ya dijî serîrakirina ku dihat meşandin. 24'ê Nîsana 1915'an tenê rojek e ku Osmanîyan rêxistinên ku bi dijminên wan re hevkarî dikirin û dijî wê xebatan dikirin, qedexe kirin û hin rêvebirên wan girtin. Li welatê me li gelek hereman gorên girseyî yên Tirkên ku ji hêla Ermenîyan ve hatine kuştin hene, lê li ti derê hun nikarin gorên girseyî yên Ermenîyan bibînin," Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan jî wek berteka biryara Amerîkî gotibû.

Jibo bîranîna Jenosîda Ermenîyan şeva borî bi hezaran kes bi meşaleyan ji Qada Komarê ber bi Monumenta Tsitsernakaberd (Kelha Dûmeqesk) meşîyan.

Serokê Ermenistanê Vahagn Khachaturyan, Serokwezîr Nikol Paşinyan, Serokê Parlamanê Alen Simonyan û karbidestên din yên payebilind sibêha îro serdana Tsitsernakaberd kirin ku qurbanîyên 24ê Nîsanê yad bikin.

Qesira Sipî jî îro bi daxuyanîyeke nivîskî got ku ew îro rêza xwe jibo kesên ku di Meds Yeghern (Felaketa Mezin) – Jenosîda Ermenîyan – de jîyanên xwe ji dest dane, pêşkêş dikin û soza xwe ya jibîrnekirinê careke din dubare dikin.

Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) ya ser bi Kurdan jî bi daxuyanîyeke nivîskî got ku 109 sal berê bi sed hezaran Ermenî hatin kuştin û sirgun kirin û gelên din yên Mesîhî yên van axan jî hatin qir kirin.

“Dîyar e ku paşxistin yan ne rûbirûbûna rastî û şermên ku Rojhilata Navîn û Qafkasya û axên ku em li ser dijîn, xizmeta aştîya civakî û bi serbestî gotûbêjkirina rastîyan nake. Rûbirûbûna sûcên dijî mirovahîyê yek jî pêngavên pêdivî ya avakirina siberojeke hevpar û wekhev û pêkanîna aştîya civakî ye.

Hevdem, li Washingtonê komeke Amerîkî li pêşîya Balyozxaneya Tirkîyê xwepêşandanek li dar xist ku wê rojê bi bîr bînin.

Jêder: VOA, The White House, Armenian Presidency, Turkish Presidency, Agos, Ajansa Mezopotamya

XS
SM
MD
LG