Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin Banga ji Nû Ve Çêkirina Mûşekên Navokî yên Menzîl Navîn Dike


Serokê berê yê Amerîka Ronald Reagan (Rastê) û Serokê berê yê Sovyetê Mikhail Gorbachev (Çepê) li Koşka Spî Peymana rêgirtina li belavbûna çekên navokî û mûşekên menzîl dirêj îmza dikin, 8-12-1987 Washington.
Serokê berê yê Amerîka Ronald Reagan (Rastê) û Serokê berê yê Sovyetê Mikhail Gorbachev (Çepê) li Koşka Spî Peymana rêgirtina li belavbûna çekên navokî û mûşekên menzîl dirêj îmza dikin, 8-12-1987 Washington.

Serokê Rûsya Vladimîr Putin daxwaz kir ku ji nû ve hilberîna mûşekên navokî yên navîn û menzîl kurt yên ku li gorî peymana betalkirî ya bi Amerîka re, hatine qedexekirin, ji nû ve dest pê bike.

Li gor Peymana Hêzên Navokî yên xwedî menzîlek navendî, ku di sala 1987'an de ji aliyê Serokê Sovyeta berê yê koçkirî, Mikhail Gorbaçov, û serokê Amerîka yê wê demê, Ronald Reagan ve hatbû îmzakirin, her du hêzên super li hev kirin ku dev ji mûşekên balîstîk û mûşekên Kruz yên atomî berdin, yên ku ji erdê tên avêtin û bi dirêjahiya di navbera 500 - 5500 km diçin.

Di wê peymanê de hilberina gelek cûreyên mûşekên atomî hatbû qedexe kirin, û diviya bû lêkolîn û kontrolkirina tam hebaye ji bo piştrast bûnê ku ew çek îdî nayê çêkirin, lê li gorî Komeleya Kontrolkirina Çekan, ku rêxistinek bingeha wê li Amerîka ye û ne ser bi ti partiyan ve ye.

Li gorî naveroka peymanê û datayên Komela Kontrolkirina çekan, Amerîka û Rûsya di demekî kurt yê bicihanîna peymanê di sala 1991ê de 2692 mûşekên menzil navîn û kurt pûç kirin.

Di destpêka sala 2014an de, Amerîka, hikûmeta Rûsya bi pabendnebûna peymanê tawanbar kir, û her du welatan çend sal in, bi pabendbûna bi şertên peymanê hev du sucdar dikin, berî ku rêveberiya serokê berê yê Amerîkî Donald Trump di sala 2019 de ji peymanê vekişî, piştî ku "gumanên li ser pabendnebûna Rûsyayê, û tirsa depokirina mûşekên Çînê."

Roja Înê, di civîneke televîzyonî ya Encûmena Ewlekariya Rûsyayê de, Putin got ku nûkirin hilberîn û çêkirina mûşekan "niha pêwîst bûye, ji ber ku Amerîka ji nû ve dest bi hilberîn û bicihkirina mûşekan li Danîmarka û Fîlîpînê kiriye."

Jêder: VOA

XS
SM
MD
LG