Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bendera Amerîkî ya Demkî Dê Çawa Alîkariyan Bigihîne Gazayê?


Alîkariyên Amerîka Bo Gaza
Alîkariyên Amerîka Bo Gaza

Di dema ku Israîlê li bere êrişeke bejayî ya mezin li bajarê Refahê pêk bîne, leşkerên Amerîkî dest bi avakirina "Bendereke deryayî demkî dike" li peravên Gazayê, bi mebesta gihandina alîkariyên mirovî ji sivîlan re.

Rayedarekî leşkerî yê payebilind li Pentagonê roja Pêncşemê ji rojnamevanan re gotbû ku hezar leşker û deryavanên Amerîkî dê beşdarî projeya bendera demkî bibin.

Fermandarî amaje bi wê yekê jî kir, ku bender dê di destpêkê de bikaribe rojane nêzîkî 90 kamyonên alîkariyê bigihîne, û di dawiyê de dê bigihêje 150 kamyonan di her rojekê de.

Karbidestên Amerîkî gotin ku armanca benderê gihandina alîkariyên heyî li ser erdê destek bike, ne ku şûna wan bigire.

Datayên Neteweyên Yekbûyî destnîşan dikin ku radestkirina alîkariyan bi rîya bejayî di hefteyên dawî de hinekî zêde bûye lê hîn jî xelkê Gaza gelek pêwîstî bi zêdetir alîkariyê heye.

Bi dehan xelkê Gazayê ji ber sedema kêmxwarinê û bêhêzbûnê mirine, û Bernameya Xwarinê ya Cîhanî ya Neteweyên Yekbûyî got ku nîva xwecihên Gazayê ku 2.2 mîlyon kesin derdê birçîbûnê dikişînin.

Li gorî Berpirsên Leşkerê Amerîkî, tê çaverêkirin ku bender amade be ji bo wergirtina barên destpêkê yên xwarin û alîkariyên din di meha Gulana bihê de.

Rojnameya New York Times çawaniya karkirina vê bendera mirovahî li Gazayê şirove kir, nemaze ji ber ku hewildanên gihandina alîkariyan bi riya korîdora deryayî ji bo kerta Gaza, ku di Adara borî de hat ragihandin, pêvajoyek aloz û pêngavên pirrengî dixwaze.

Rojnameyê diyar kir ku dema ku alîkarî bigihêje qeraxê(beravê), rêxistinên alîkariyê yên ku dê li hundirê Gazayê belav bikin, di nav bombebarana berdewam ya Îsraîlê de dê bi netirsî û astengiyan re rûbirû bimînin. Piraniya wan alîkariyan dê xwarinên ku ji gelek welatan werin komkirin û ji bo bendera Larnaka ya Qibrisê were şandin.

Peyvdarê Ajansa Pêşkeftina Navdewletî ya Amerîkî, ku ji nêz ve bi artêşê re dixebite ji bo hevkariya li benderê, got ku hin tiştên ku dê di riya behrê re derbas bibin dê barên xwarinên baş be ku bi madeyên xwe yên xwarinê zengîne, ku çavkaniya wan xwarinan Dubai ye. Herwiha tiştê ji Kenya jî were bo zarokên rastî kêmxwarinê bûne dê di mifadar bin, dîsan welatên Ewrupa jî dê pêdiviyên paqijkirinê bişîne.

XS
SM
MD
LG