Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raport: Pirsgirêka Elektrîkê Par jî Bû Sedama Şewata Erd û Zevîyan li Heman Deverê


Şewata erd û zevîyên gundên Amed û Mêrdînê hefteya borî bû sedema malwêranîyeke mezin.

Hejmara mirovên ku bi şewatê mirin gihîşt 15’an ku bi giştî 78 kes birîndar bûn.

Di şewata erd û zevîyan de zarareke mezin jibo debara gundîyan jî çêbû.

Wezareta Navxweyî ya Tirkîyê ragihand ku li gundên Amedê 8,100 donim, li Mêrdînê jî 7 hezar donim zevî şewitîn.

Li ser van zevîyan, li Amedê 1,450 donim; li Mêrdinê 4 hezar donim genim, ceh û nîsk çandî bûn û xwedîyên wan zavîyan li hêvîya çinandinê bûn. Di şewatê de herwiha 2 şivan û 550 pez jî şewitîbûn.

Daxuyanîyên fermî, şewitandina pirêza weke sedema pêketina agir nîşan dabûn. Lê, ji roja yekê heta îro, gundîyên deverê îdia dikin ku agir ji têlên ceryanê pêketîye. Gelek gundî dibêjin ku wan bi çavê xwe dîtiye ku jiber bahozê têlên ceryanê li hev ketine û agir ji wir bi pûş û gîya ketîye. Bi hêza bayê kur jî di nav demeke pir kurt de devereke fireh daye ber xwe.

Kompanîya Dîcle ya Elektrîkê (DEDAŞ), ku kar û barê sazkirina dîrek û ragihandina elektrîkê dike, li dijî van îdiayan derdikeve. DEDAŞ jî got 'Sedema şewatê şewitandina pirêzan e.''

Odeya Endazyarên Elektrîkê Rapora Xwe de Balê Dide Ser Kêmasîyên DEDAŞ'ê

Hêjayî gotinê ye, Sazîya Elektrîkê ya Dewletê (TEK) di sala 1994’an de hate firotin û ji wê salê vir de kompanîyên taybet kar, xizmet û belavkirina elektrîkê dikin. Li bajarên Kurdan, kompanîya ku van xizmetan dike, Dîcle Elektrîk e (DEDAŞ).

Serdozgerîya Amedê di lêkolîna pêşîn de elektrîkê weke sedema pêketina agir destnîşan dike, lê dozgerî dixwaze raportek berfirehtir amade bike.

Odeya Endazyarên Elektrîkê yên Amedê, bi pisporan li devera şewitî lêkolîneke berfireh kir û nêrîn û çavdêrîyên xwe bi raportekê ji bîragiştî re eşkere kir.

Ev raport jî balê dikşîne ser kêmanî û qisûrên sazîya elektrîkê.

Di raporta endazyaran de hate dîyar kirin ku jiber ku gelek kêmasî û sazkirinên şaş di dîrekên elektrîkê de hene, egereke mezin e ku agir ji ekektrîkê derketibe.

DEDAŞ Par li Dadgehê Bi Qisûr Hate Dîtin

Serokê Odeya Endazyarên Elektirîkê yê Amedê Ufuk Bulut got ku di salên borî de li heman deverê jiber kêmahîya xizmetên sazîya elektrîkê dîsa agir bi zevîyan ketîye û di encama doza ku gundîya li DEDAŞ’ê vekirîye de, dadgehê biryar daye ku sazîya elektrîkê ji % 70 berpirsa wê bûyerê ye.

Li gor qanûnan, sazîya elektrîkê ji parastina mal û canê gelê deverê jî berpirs e.

Ajansa Mezopotamya li ser wê şewatê di hezîrana 2023'an de nûçeyek çêkirîye ku li gor wê Dadgeha Aslîye ya 10'an ji wê şewatê DEDAŞ’ê % 70 bi qisûr dîtîye.

Kaya li ser lêkolîna teknîkî ya şewata ku bû sedema mirina 15 mirovan, jî dibêje ku li devera şewatê, simbilên genim û ceyên şewitandî hebûn.

''Ev nîşan dide, hîn jî berhem li wir nehatine çinandin. Jiber wê yekê em dikarin bêjin ku sedema şewitandina pirêzeyan jî li wê deverê hîn destpê nekirîye.''

Raporta Endazyarên Elektrîkê de tê gotin ku têlên elektrîkêê li gelek cîhan bi hev hatine girêdan. Amûra ewlekarîyê ku veguhestina elektrîkê dike, li ser gelek dîrekan tune bû.

Çend dîtinên din ji raporta endazyaran wiha ye:

- Li nav erd û zevîyan, dîrekên ji dar hatine bikaranîn, lê li gor qanûnê divê ew hemî hesin bin.

- Dora dîrekên elektrîkê divê çîmentokirî be, lê li dora ti dîrekek çîmento tune bû. Li dora wan pûş û gîya hebûn.

- Li ser xetên ku dîrekên elektrîkê derbaz dibe, ti tedbîrên jibo agir nehatine girtin.

- Kontol û tamîrat nehatine kirin.

- Divê li ser her trafoyek, motora ku navê wê Parafurd hebe, ku ev pêşî li hatina elektrîkaa zêde digire. Lê li ser trafoyên devera şewitî parafurd tûne bû.

Kaya anî ziman ku li Tirkîye sîyaeta bêcezahîştinê bûye weke çandekê û jiber wê jî ti car berpisên serekî yên malwêranîyên wiha nayên ceza kirin.

Hêjayî gotinê ye ku li ser îdîaya ku agir ji elektrîkê pêketîye, Dengê Amerîka daxwaza raportê ji berpirsên DEDAŞ'ê kir, lê bersîva pirsên me û daxwaza me bi cîh nehat.

Raporta Xecîcan Farqîn
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:46 0:00
XS
SM
MD
LG