Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amnesty: Hikûmeta Herêma Kurdistanê Bi Bandorî Pêşî li Tundîya Nav Malê Nagire


Dîmenek jibo kempenya rawestandîna tundîya ser jinan
Dîmenek jibo kempenya rawestandîna tundîya ser jinan

Rêxistina Lêxweşbûna Navnetewî (Amnesty International) ragihand ku desthilatdarên Herêma Kurdistana Îraqê nikarin piştrast bikin darizandina tawanbarên tundîya nav malê bi awayekî rêkûpêk dibin.

Amnesty di raportekê de îro Çarşemê got ku di nav bûyerên tundîya nav malê de li Herêma Kurdistanê bûyerên kuştin, destavêtin, lêdan û şewitandinê hene,

Rêxistina navnetewî destnîşan kir ku desthilatdarên Herêma Kurdistanê astengîyên keyfî datînin ser azadîya rizgarbûyên ji tundîya nava malê, yên ku di sîstema stargehê de li parastinê digerin.

Raporta Amensty bi navê “Metirsîdar û Êşdar: Bêcezakirin û dezgehên kêm fînansekirî parastina jin û keçan ji tundîya nav malê li Herêma Kurdistana Îraqê lawaz dikin," hat weşandin.

Raport eşkere dike ku kesên rizgarbûyî di destxistina parastin û dadmendîyê de li Herêma Kurdistanê bi astengîyên girîng re rûbirû dimînin.

Aya Majzoub, cîgira berpirsê Herêmî ya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê li Amnesty, dîyar kir ku jin û keçên ji tundîya nav malê rizgar bûne li Herêma Kurdistanê di her gavê de têne paşguhkirin.

Logoya Amnesty.
Logoya Amnesty.

"Ji kêlîka ku ji rewşên destdirêjîyê direvin, ev jin û keç bi awayekî dubarekî di lêgerîna parastin û dadmendîyê de rastî astengîyên dijwar tên. Ev jî wan di xeterê de dihêle û rê dide ku tawanbar bêceza bimînin. Hevdem, kesên rizgarbûyî yên ku li stargehan digerin, rûbirûyê bi şertên girtîgehê re dimînin, ku di hin rewşan de jin û keç neçar dibin vegerin rewşên destdirêjîya hovane," wê got.

Raport kêmasîya vîna siyasî ya desthilatdaran destnîşan dike, ku tawanbarên tundîya nav malê werin darizandin yan jî jibo jin û keçên ku bo parastinê serî li hikûmetê didin, piştgirîyeke watedar pêşkeş bikin.

Amnesty dibêje ku Herêma Kurdistanê ser tundîya nav malê qanûnek pêşverû derxistiye ku li Îraqê bêhempa ye, lê lêkolîna wan derxistiye holê ku ev kêşe tenê bi qanûnên ser kaxezê nayê çareser kirin.

“Ev raport bangek e ji karbidestan re ku bêcezakirina tundîya nav malê demûdest bi dawî bikin, di nav de jî peydakirina lêpirsînên ser tundîya nav malê jî yên bi bandor ku tê de rizgarbûyî navend bin."

Rêxstina Lêxweşbûnê hevdem dibêje ku divê karbidestên Herêmê di dozên wiha de pêvajoyên lihevhatinê yên neçarî ji holê rakin.

“Herwiha, divê hikûmeta Herêma Kurdistanê budçeyên saziyên ku piştgiriya rizgarbuyîyên tundîya nav malê dikin zêde bike. Divê gilîkirina fermî û daxwazên biryarên dadgeha jibo gihîştina stargehan betal bike û rewşa jiyanê li wan stargehan baştir bike,” Amensty got.

Raport li ser bingeha hevpeyvînên bi 57 kesan re hatiye amadekirin, ku di nav de 15 jinên ji tundîya nav malê rizgar bûne û herwiha rêvebir û xebatkarên saziya têkoşîna dijî tundîya dijî jin û malbatê (DCVAW) û stargehên jinan, xebatkarên sivîl, parêzer û karbidestên hikûmetê hene.

Jibo amadekirina raportê, du gerên lêkolînê di Adar û Îlona 2023'an de hatin li parêzgehên Hewlêr, Silêmanî û herêma Germîyanê, hatin kirin.

Lêkolerekî Amnesty jî serdana sê ji çar stargehên Herêma Kurdistanê kir, ewên yên jibo kesên ku ji tundîya ser bingeha zayendî rizgar bûne.

Li Herêma Kurdistana Îraqê, di derbarê tundîya ser bingeha zayendî de ti daneyên berfireh peyda nabin.

Karbidestên Herêmê dibêjin ku herî kêm 30 jin di 2023’an de û 44 jin di 2022’an de hatine kuştin.

Karmendên rêxistinên sivîl ji Amnesty re got ku dibe hejmar pir zêdetir bin. Di 2022'an de, DCVAW 15,896 gilî ser tundîya nav malê wergirtiye, lê hejmarên 2023’an nehatine pêşkeşkirin bo rêxistinê.

Karbidestên Herêma Kurdistanê ta niha ser vê raporta Amnesty ti daxuyanî nedane an şîrove nedane.

Jêder: Amnesty International

XS
SM
MD
LG