Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Afrîqa Hişberîya Çêkirî Dibe Qada Nû ya Pêşbirka Navbera Amerîka û Çînê


Gelo paşeroja Hişberîya Çêkirî (AI) li Afrîqayê çi ye?

Dema mirov vê pirsê derbasî platforma AI ya ChatGPT dike, vê bersîvê dide: “wê şîyaneke mezin heye jibo bandoreke berçav di çend sektorên cuda de,” bi taybet di warê lênerîna saxlemî, çandinî û perwerdeyê de.

Pisporên mirov jî ligel vê yekê hevbîr in û dibêjin ku AI bûye qada herî ya pêşbirka di navbera Amerîka û Çînê de li ser Afrîqayê.

“Jibo pêşvebirina lêkolîna AI, welatên Afrîqayê dê pêdivî bi weberhênaneke berçav di binesazîya kompûterê de hebe,” Chinasa Okolo, lêkolera Enstituya Brookings li Washington, got.

“Amerîka û Çîn dikarin bibin hevparên baş jibo alîkarîya van însîyatîvan.”

Okolo dibêje di salên bên de, lêkoler pêşbînî dikin ku agahî û datayên bi Înglîzî û zimanên din yên Rojavayî li cem kompanîyên AI nemînin, lê li Afrîqayê dê hîn pêvidî bi bêtir data hebe.

“Ji ber wilo, bi rîya wêberhênana li Afrîqayê, kompanîyên AI ji welatên mezin wekî Amerîka û Çîn dê karibin datayên girîng kom bikin jibo avakirina xizmet û sîsteman ku careke din werin firotin bo welatên Afrîqayê,” Okolo da zanîn.

Mondli Gunubele, wezîrê peywendî û teknolojîyên dijîtal li Afrîqaya Başûr.
Mondli Gunubele, wezîrê peywendî û teknolojîyên dijîtal li Afrîqaya Başûr.

Afrîqaya Başûr û AI

Welatê Afrîqî ku bilez AI bidest dixîne Afrîqaya Başûr e.

Di hilcivîneke hikûmetê de meha Nîsanê li ser AI, wezîrê peywendî û teknolojîyên dijîtal li Afrîqaya Başûr, Mondli Gungubele got ku “qonaxa AI nû destpê dike û wekî welat û parzemîn, em nikarin û divê em rê nedin ku em li paş bimînin.”

Ji niha vê Afrîqaya Başûr Enstituya Hişberîya Çêkirî ya Afrîqaya Başûr damezrandîye û dest bi vekirina navendên wê li zanîngehên seranserê welêt kiriye.

Berdevkê wezareta peywendî û teknolojîyên dijîtal, Hitekani Magwedze, got ku ev dezgeh hatiye damezrandin da ku sektorên welêt sûdê ji AI werbigirin.

“Bi rîya vê Enstituyê, me niha navendên AI di warê pîşezasî, xizmet, cotkarî û çandinî, çûnûhatinê, leşkerî û berevanî de çêkirine,” Magwedze ji Dengê Amerîka re got.

“Afrîqaya Başûr hevparîyên cîhanî ligel welatên mezin wekî Amerîka û Çîn di çarçoveya G20 û BRICS de hene. Ev welatên serekî Afrîqaya Başûr wekî derîyekê jibo derbasbûna Afrîqa û welatên din dibînin,” wî got.

Magewedze got ku AI dikare alîkar be jibo kêmkirina bêkarî, newekhevî û hejarîyê li welatê wî.

Zanîngeha Tshwane ya Teknolojîyê wê vê mehê navendeke jibo karê di qada AI de destpê bike. Ev proje bi hevkarîya kompanîya Amerîkî Intel e.

“Navendên AI li seranserê Afrîqaya Başûr dê hevkarîyê ligel kompanîyên navnetewî yên mezin bikin jibo bicîhanîna armancên enstituyên AI,” Anish Kurien, rêvebirê demkî yê navenda AI li zanîngeha Tshwane ragihand.

Berî çend rojan jî, Buroya Berevanîya Afrîqaya Başûr Yekîneya Berevanî ya Lêkolînên Hişberîya Çêkirî li akademîya leşkerî ya welêt destpê kir.

“Pêdivî bo çareyên Afrîqî jibo pirsgirêkên Afrîqî heye û AI dihêle teknolojîya Pîşesazî rolekê di çareserkirina gelek pirsgirêkên civakî de bilîze ku li parzemîna me rûbirûyê wan e,” Wayne Dalton, cîgirê rêvebirê yekîneya lêkolînê ya nû ji Dengê Amerîka re dîyar kir.

Derbarê beşdarîya Amerîka û Çînê, Dalton got ku “stratejî û armancên Afrîqaya Başûr yên AI di gavên destpêkê de ne, lê wê gelek derfet jibo Amerîka û Çînê hebin da ku alîkarîya me bikin em van armancan bicîh bînin.”

Ev baldana ser AI li Afrîqaya Başûr di demekê de tê ku bîra giştî li welêt hember Çînê zêde bûye û hember Amerîkayê kêm bûye, li gor anketa rêxistina Gallup di meha Nîsanê de.

Lê şîrovekar Okolo dibêje ku guhertinên di bîra giştî de nayê wê wateyê ku ewê di qada AI de dijî wisa be, jiber ku welatên Afrîqî dê hevkarîyê bi wan alîyan re bikin ewên ku nirxê herî zêde pêşkêş dikin.

“Li dema ku hikûmeta Amerîka alîkarîyeke mezin daye welatên Afrîqayê, Çîn nêzîkahîyeke cuda bir ku tê de serkêşîya weberhênana binesazîyê kir, ev jî jibo welatên Afrîqî girîng e jiber ku ew dixwazin sîstem û binesazîyên xwe yên peywendî û datayan bihêz bikin,” Okolo got.

Berjewendîyên Amerîka û Çînê

Amerîka berê jî di qada Hişberîya Çêkirî de li Afrîqayê weberhênan pêk kiriye. Kompanîya Google navenda xwe ya yekê ya AI li Gana vekir. IBM jî navendên lêkolînê li Kenya û Afrîqaya Başûr hene.

Beşek ji Hilcivîna Bazirganî di navbera Amerîka û Kenya de
Beşek ji Hilcivîna Bazirganî di navbera Amerîka û Kenya de

Li dema Hilcivîna Karsazî ya Odeya Bazirganîya Amerîkî li Nairobi meha borî, Wezîra Bazirganîya Amerîka Gina Raimondo hevparîyek ragihand ku rê dide kompanîyên Amerîkî di AI û navendên data li Kenyayê weberhênanê bikin.

Lisa Walker, rêvebira operasyonên Afrîqayê li Prosper Africa, însîyatîva bazirganî ya hikûmeta Amerîkî, ji Dengê Amerîka re got ku ew rêxistin van hevparîyan pêşve dibe li jêr stratejîya Serokê Amerîkî Joe Biden ya veguhestina dijîtal li Afrîqayê.

“Prosper Africa Hevpeymanîya Teknolojîya Afrîqayê jibo Bazirganîyê Nîsana sala borî ragihand. Îro, 24 hevparên kerta taybet di bin vê Hevpeymanîyê de hene ku di nav wan de kompanîyên wekî Google, Amazon, Intel, Cisco Systems, Visa, Mastercard, PayPal, USP, DHL, FedEx û yên din cih digirin,” Walker got.

Çîn jî bala xwe daye ser AI li Afrîqayê. Ev bûye bêtirî deh salan ku Çîn di binesazîya înternetê ya parzemînê de weberhênanê dike. Ev jî beşek ji ji Însîyatîva Kember û Rê ya Serokê Çînê Xi Jinping e.

Di Nîsanê de, Furoma Çîn-Afrîka ya Pêşvebirina Înternet û Hevkarîyê li bajarê Xiamen yê Çînê hate lidarxistin. Di wê konferansê de nûnerên 20 welatên Afrîqî beşdar bûn.

“Afrîqa beşdareke girîng ya pêşveçûna zanistî û teknolojî ye. Pêşvebirin û bikaranîna AI xwedî girînîyeke mezin e jibo welatên ku geş dibin, di nav de jî Çîn û welatên Afrîqî,” Liu Pengyu, berdevkê Balyozxaneya Çînê li Washington, ji Dengê Amerîka re got.

Derbarê hevrikî û pêşbirka Amerîka û Çînê di qada AI de, Liu got ku “Çîn amade ye peywendî, pevguhertin û hevkarîya praktîkî ligel hemû alîyan bike, di nav de jî Afrîqa û Amerîka, li ser asta hikûmranîya cîhanî ya AI da ku piştrast bikin AI herdem di alîyê pêşveçûn û şaristanîya mirovahî de pêş dikeve.”

Li dema civîna wan ya li San Franciso sala borî û herwiha di peywendîyeke telefonî de vê dawîyê, Liu got, rêberên Çînî û Amerîkî lihev kir ku hevkarîyê di qada Hişberîya Çêkirî de belav bikin. Wî herwiha da zanîn ku herdu alî wê nêzîk dîyaloga yekê ya di navbera herdu hikûmetan de li ser AI lidar bixin.

Lê Walker ji rêxistina Prosper Africa, derbarê hevrikîya Amerîka û Çînê dibêje ku nirxê komapnîyên Amerîkî nayê berhevkirin.

“Baldana ser geşedana hevbeş, peydakirina karên xwecihî û pêşveçûna hevbeş e ku kompanîyên teknolojî yên Amerîka ji hevrikên navnetewî cuda dike,” wî got.

Lê belê, şîrovekara Brookings, Okolo, derbarê beşdarbûna Amerîka û Çînê li Afrîqayê bêtir reşbîn e.

“Li dema ku ez dibînim girîngîya Afrîqa li cem Amerîka û Çînê zêde dibe, ez bawer dikim bi rastî zehmet e were gotin ka çawa ewê ev welat girîngîyê bidin karê ligel welatên Afrîqî jibo pêşxistina dahênana AI. Li vê dema ku lêkolerên Amerîkî û Çînî pir caran di warê lêkolîna akademî ya AI de hevkarîyê dikin, ev herdu welat hevrikîyê dikin ku wê kî ji wan bibe rêber di kêbirkeya AI de,” Okolo got.

Li gor raporteke nû ya Enstituya Bingeha Mirovî ya Hişberîya Çêkirî li Zanîngeha Stanford, Amerîka jêdera sala borî jêdera serekî bû jibo programên mezin yên modelên AI. Ev yek bi rêjeya 61 ji sedî bû hember 15 ji sedî bo Çînê. Lê belê, li ser asta navnetewî di warê dahênanên AI de, Çîn di rêza pêşî de bû, bi 61.1% hember 20% ji Amerîkayê re.

XS
SM
MD
LG