Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Abbas Bang li Civaka Navnetewî Kir ku Şerê li Gaza Bisekinîne


Serokê Filîstînê Mahmud Abbas îro Pêncşemê bang li civaka navnetewî kir ku şandina çekan ji Îsraîlê re bisekinîne û dawî li xwînrijandina li Kenara Rojava û Gazayê bîne.

Abbas got ku tevî ku hejmara kuştîyan li Gaza aniha gihêştîye 41,534 kesan, Washington bi berdewamî parastina dîplomatîk û çekan dide Îsraîlê.

Wî rêvebirîya Amerêkê bi tundî rexne kir ku piştgirîyeke xurt dide Îsraîlê.

"Amerîka tenê li pêş cîhanê sekinî û got ku "Na, şer wê bidome. Washingtnol ew yek bê rêka hêza xwe ya vetoyê kir. Washington hevalbend û piştgira herî nêzîk ya Îsraîlê ye, bi mîlyaran dolaran alîkarî û alayên leşkerî dane Îsraîlê.”

Abbas bang li civata navnetewî kir ku şerê li Gaza rawestîne.

“Vê tawanê bisekinînin, Kuştina zarok û jinan bisekinînin, dest ji qirkirinê berdin. Nema çekan bişînin Îsraîlê. Divê ev harbûn berdewam meke. Ji wêranîyên ku li Gaza û Kenara Rojava tên serê gelê me, hemî cîhan berpirs e." Abbas di axaftina xwe ya li pêş Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî got.

Rêberê Filîstînî bi berdewamî got ku divê dewleta Îsraîl Neteweyên Yekbûyî de cîh bigire.

“Îsraîle bi çekên kujer yên Amerîkî bi hezaran sîvîl, zarok û jinên masûm kuştin û ew piştgirî bû sedem ku Îsraîl êrîşkarîya xwe bê navber bidomîne. Îsraîl ne hêja ye ku di nava Neteweyên Yekbûyî de cîh bigire.”

Li gor pêzanînên ku AFP ji hejmarên fermî yên Îsraîlê civandine, ji êrîşa 7ê Cotmehê vir ve 1,205 Îsraîlî hatine kuştin ku piranîya wan sîvîl bûn.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG