Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gotûbêja Biden û Trump

06:45 28.6.2024

Axaftinên Dawî

Serok Joe Biden axaftina xwe ya dawî bi dengekî ketî ku carnan zehmet bû were têgihiştin qedand.

Wî derbarê rêvebirîya xwe got: "Me pêşketineke berçav pêk anîye ji wê têkçûna ku ji alîyê Serok Trump ve di gera yekê dawî de hatibû hiştin." Lê wî buhayê însulînê guhert, ku li şûna bêje 15 dolar, wî got ew bi 35 dolaran e.

Di axaftina xwe ya dawî de, serokê berê Donald Trump hewl da ku Biden wekî siyasetvanên din nîşan bide û wî wekî "gazincker" binav kir.

Wî herwiha got ku bîragiştî û rêberên biyanî rêzê li Biden nagirin û dîyar kir ku "hemû welêt jiber te wêran dibe."

- The Associated Press

06:27 28.6.2024

Derbarê Sûcdarkirina Trump di Doza New York de

Piştî dora 45 xulekan ji destpêbûna gotûbêjê, Serok Joe Biden dawîya dawî behsa sûdcarkirina tawankarîyê ya Trump ya li New York kir.

Li dema nîqaşkirina serhildana 6'ê Rêbendana 2021, Biden got: "Kesê bi tenê li ser vê dikê ku tawankarekî sûcdar e ev mêrê ku ez aniha lê dinêrim." Wî behsa Trump dikir.

Trump paşê xwest dûrî kêşeyên xwe yên qanûnî bike. Wî êdî behsa kurê Biden, Huntir, wekî "tawankarekî sûdcar" kir.

Trump behsa tawanbarîya kurê herî biçûk yê Biden vê mehê ser sê tawanên hilgirtina çekan dikir. Trump herwiha îdîayên xwey yên girêdayî malbata Biden û Ukrayna kir. Ev bi xwe jî xaleke êrîşê ye ku Komarî gelek caran bikar tînin.

- The Associated Press

06:14 28.6.2024

Serokê berê Donald Trump berpirsîya şerê Ukraynayê xist stûyê Serok Biden. Wî got: “Eger me serokekî rasteqîn heba, serokekî ku ji alîyê (Serokê Rûsya Vladimir) Putin ve dihate rêzgirtin, ewê Putin qet êrîşî Ukraynayê nekiriba.”

Piştî Trump got ku ew dikar şerê Rûsya û Ukrayna berî bibe serok çareser bike, Biden li hember wî derket û got ku Putin li Ukraynayê tenê ranaweste. “Tu bawer dikî dê çi bi wan welatên NATO’yê bê?" Biden herwiha berevaniya hevpeymanîya NATO da û got ew li dû yekîtîya ku piştî êrîşa Rûsya bo Ukraynayê hate holê bû. "Di rastîyê de, min 50 welat din ji seranserê cîhanê hene ku piştgirîya Ukraynayê dikin.”

06:10 28.6.2024

Nebûna Silavê û Ketina Deng

Biden û Trump nehezkirina xwe ji hev re venaşêrin. Dema ku herdu hatin hola gotûbêjê, wan bi destan silav li hev nekir. Biden di dema axaftina xwe de ji Trump re digot: "ev kes."

Biden, bi dengekî ketî, Trump bi wê yekê tawanbar ku wî aborîyeke xirab li dû xwe jê re hiştibû, wekî bersîva pirsa yekê ya bêjer derbarê bilindbûna buhayê kelûpelan.

Trump bersiv da ku serederîya Biden ligel COVID "kareset" bû û got ku enflasyon "me dikuje."

Pirtir bar ke

XS
SM
MD
LG